Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 215 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 6 kes ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 3320 kesî; her wisa bi pêketina 238 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 101hezarî.(ÎLKHA)