• DOLAR 34.238
  • EURO 37.651
  • ALTIN 2920.642
  • ...
Mesrûr Barzanî: “Ez êrîşa YPGê li ser Hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar dikim”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Hêzên Pêşmerge jî yekser bersiv dan û êrişa YPG têkbirin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyanîya ku belav kir de, êrîşa ku hatiye kirin  şermerzar kir û got: “Şeva borî komek çekdarên YPG hewl dan bi awayekî neqanûnî ji Sûriyeyê derbasî axa Herêma Kurdistanê bibin. Ev dijayetiya rênima û yasayên me û yasayên parastina sînor e. Lewra hêzên asayîşa me rê lê girtin. Piştre zêdetir hêzên YPG hatin û bi çekên giran êrîşî bingeheke Pêşmergeyan kirin. Hêzên Pêşmerge jî yekser bersiv dan û êrişa YPGê têkbirin.”

“Hêzên Pêşmerge jî yekser bersiv dan û êrişa YPG têkbirin”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de bang li koalîsyona navdewletî kir û got: “Ez bi şêweyê herî tund vê êrişê şermezar dikim. Ev bi awayekî aşkira û yasayî binpêkirina ax û desthelata Herêma Kurdistanê ye.Ez bang li dost û hevkarên me yên koalîsyona navdewletî dikim ku piştrast bikin ku YPG êrîşên bi vî rengî dubare nake û nahêlin bi alîkariya welatên biyanî êrîşî axa Herêma Kurdistanê bikin. Bêguman dubarekirina her êrîşeke bi vî rengî wê zerareke mezin bide ewlekariya herêmê.Ez pesnê Pêşmergeyên qehreman didim ku ji bo parastin û silametiya me jiyana xwe têxin nav xetereyê."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir