Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 73 milyon û 809 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 73 milyon û 809 hezar û 725 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 641 hezar û 741 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 17 milyon û 143 hezar û 779 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)