Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî diçe Tirkîyê
Hat ragihandin ew ê Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî biçe Tirkîyê û bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Hesen Cenabê Sefîrê Iraqê ya li Tirkîyê derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Cenab di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir; Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî di 17ê Berfanbarê de biçe Tirkîyê û bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Cenab di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn jî bi Kazimî re were.(ÎLKHA)