• DOLAR 32.725
  • EURO 35.455
  • ALTIN 2487.667
  • ...
Sobafiroş îsal ji firotina sobeyan kêfxweş in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesên ku li Diyarbekirê karê sobefiroşîyê  dikin ji ber ku îsal karê wan a firotina sobeyan baş e kêfxweş in.

Sobefiroşên Diyarbekirî yên ku li Diyarbekirê me bi wan re hevpeyvîn kir derheqê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

“Kesên ku bi sobeyan amel dikin xwarinên xwe jî li ser sobeyan çêdikin”

Sobefiroşê bi navê Yakup Esen derbarê mijarê de wisa got: “Karê me di meha mijdarê de dest pê dike û di meha Çileyê de bi dawî dibin. Kesên ku sobeya ceyranê bi kar tînin dema ku ceyran diçe diqûfilin.Lê belê kesên ku sobe dideynin her tim dikarin xwe germ bikin.Her wisa kesên ku bi sobeyan amel dikin xwarinên xwe jî li ser sobeyan çêdikin.Sobeyên me yên ku di wan de beşa firinê hene tam li gorî çêkirina xwarinê ye.”

Esen di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “digel ku xaza sirûştî gihaştibe gelek deran jî hemd ji Xweda re karê me baş e” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ê ku rizqê dide Xweda ye.Bênezr be, karê me îsal pir baş e. Sala borî bi destpêkirina sermayê firotina sobeyan zêde bûbû. Îsal jî xelk dest bi kirîna sobeyan kir.

“Em ji firtona sobeyan kêfxweş in”

Mehmet Nûrîyê ku ev 40 sal e karê sobefiroşîyê dike jî derbarê mijarê de wisa tewsîye li mûşterîyên xwe kir: “Îsal digel ku me hazirîyeke baş kiribû jî ji ber ku raxbet li sobeyan hebû niha destê me de sobe neman.Kesên ku dê sobe ji xwe re bistînin bila yên sac bistînin.Lewra ew xweştir germ dikin.Îsal karê me baş e, em ji firtona sobeyan kêfxweş in.”

Sobefiroşê bi navê Musa Polat jî ji ber başbûna kar kêfxweşîya xwe anî zimên.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir