Erdogan: “Demîrtaş terorîst û failê Yasîn Boru ye”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî ku biçe Azerbaycanê li Balafirgeha Esenboga derheqê rojevê de daxuyanî da.
Erdogan di daxuyanîya ku da de derheqê îddîyên tahlîyekirina Selahaddîn Demîrtaş de wisa got: “Daraza me derfet nade ku terorîstekî mîna Selahaddîn Demîrtaş bê berdan. Ew, failê Kobanî, Diyarbekirê û Yasîn Boru ye. Ma qey em ê çavên xwe ji van tiştan re bigirin?”(ÎLKHA)