• DOLAR 35.361
  • EURO 36.551
  • ALTIN 3022.87
  • ...
PDK, YNK û Goran civiyan û daxuyaniyek belav kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civîna ku hat kirin de her sê partîyan biryar dan ku şandeke siyasî û hikûmî ji Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê,ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de.

Di civînê de biryar hat dayîn ku di demeke herî nêz de şandeke pilebilind a siyasî û hikûmî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê û aliyên Iraqî ji bo gihiştina rêkeftinê û çareserkirina kêşeyên hilawestî, bi taybetî maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û cîgirkirina wan di projeyasaya budceya 2021ê ya Iraqê de.

Civînê tekez kiriye ku xwepêşandanên şaristanî û dûrî alozî û dûrî êrîşên ser saziyên fermî û malên welatiyan, mafekî rewa ye û aliyên siyasî tekezî li berpirsyariya hevbeş kirine ji bo berjewendiyên bilind ên welatiyan di derbasbûna rewşa nexwestî ya Herêma Kurdistanê de, çareserkirina kêşe û qeyranan, rûbirûbûna astengiyan û parastina qewareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir