Ji ber nîjadperestîyê ji maça Paris Saint Germain-Medipol Başakşehir re navber hat dayîn
Doh ji ber ku hakemê çaremîn ji antrenorê alîkar Webo re gotinên nîjadperest got ji maça Paris Saint Germain-Medipol Başakşehir re navber hat dayîn.
Doh di dema go maça Paris Saint Germain-Medipol Başakşehir dihat lîstin di deqîqeya 14emîn a maçê de rageşî derket. Di wê rageşîyê de hakemê çaremîn ji Weboyê antrenorê alîkar ê Başakşehîr re gotinên nîjadperest kir û jê re got “reşo.”
Ji ber van gotinên nîjadperest her du tîm biryara nelîstinê dan û sahayê terk kirin.(ÎLKHA)