• DOLAR 32.662
  • EURO 35.4
  • ALTIN 2482.379
  • ...
Serokwezîr Mesrûr Barzanî  derheqê xwepêşanan de peyamek belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê bargiranî û jiyana dijwar a welatiyan hîs dike û spasiya xweragiran jî dike û xwepêşandanên aştiyane û şaristanî jî”

Barzanî  di peyama ku belav kir de destnîşan kir: “Di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewl û şiyana xwe bi kar tîne ji bo derbasbûna ji vê rewşa darayî ya giran ku Herêma Kurdistanê û Iraq û dinya li xwe girtiye, ligel hikûmeta federal a Iraqê jî berdewam e di gotûbêjan de ji bo dabînkirina maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, ku mixabin heta niha neşandine.Bêguman Hikûmeta Herêma Kurdistanê bargiranî û jiyana dijwar a welatiyan hîs dike û spasiya xweragiran jî dike û xwepêşandanên aştiyane û şaristanî jî, weke mafekî rewa dibîne di çarçoveya yasayan de, lê hewla têkbirin û wêrankarî, ji daxwaza rewa ya xelkê cuda ye. Loma saziyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê ligel parastina giyana hemû welatiyan, tevî xwepêşanderan, rê li ber alozî û tevlihevî û tundî û têkbirina cihên giştî û baregehan bigre.”

“Daxwaze ji hemwelatiya xweşewîst dikim nekevin di bin bandora karîgeriyên hewlên hinek kes dixwazin debara xelkê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bînin”

Barzanî di berdewama peyama xwe de banga aramîyê ji gelê Kurdistanê re kir û wiha got: “Ev rewşa dijwar li dervet xwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û daxwaze ji hemwelatiya xweşewîst dikim nekevin di bin bandora karîgeriyên hewlên hinek kes dixwazin debara xelkê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bînin û bi hinceta berevaniya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê, hewla têkbirin û şewitandin û aloziyan didin. Herwiha pêwîst e ku hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî hevkar û alîkar bin ji bo derbasbûna vê rewşa dijwar û parastina aramiya Herêma Kurdistanê ku erkê hemû aliyane.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir