Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 67 milyon û 938 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 67 milyon û 938 hezar û 995 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 550 hezar û 263 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 15 milyon û 369 hezar û 46 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)