Li Edenê operasyona DAIŞê: 4 binçavî
Hat ragihandin li Edenê li dijî endamên DAIŞê yên ku amadehîya êrîşê dikirin operasyon hat lidarxistin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Edenê ve hat destpêkirin de li Edenê li dijî 7 endamên DAIŞê operasyon hat destpêkirin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 4 endamên DAIŞê hatin binçavkirin.(ÎLKHA)