• DOLAR 34.28
  • EURO 37.654
  • ALTIN 2917.625
  • ...
Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 541 hezarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 541 hezar û 747 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  67  milyon  û  393  hezar û 283 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 288 hezar kesan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir