Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 45 milyon û 584 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 45 milyon û 584 hezar û 747 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 9 milyon û 139 hezar û 901 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 541 hezar û 747 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 67 milyon û 393 hezar û 283 kesan.(ÎLKHA)