Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 193 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 193 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 32 hezar û 736 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 194 hezar û 435 testên ku hatin kirin de bi 32 hezar û 736 kesî re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 193 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 14 hezar û 509 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 32 hezar û 736 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)