Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 45 milyon û 812 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 45 milyon û 812 hezar û 972 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 9 milyon û 58 hezar û 822 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 524 hezar û 473 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 66 milyon û 231 hezar û 472 kesan.(ÎLKHA)