Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 66 milyon û 231 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 66 milyon û 231 hezar û 472 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 524 hezar û 473 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 14 milyon û 772 hezar û 535 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)