Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 42 hezar û 176 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 27 hezar û 403 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 27 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 402 hezar û 949 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 569 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 42 hezar û 176 kesan.(ÎLKHA)