Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 41 hezar û 607 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 28 hezar û 145 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 28 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 375 hezar û 546 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 554 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 41 hezar û 607 kesan.(ÎLKHA)