Artêşa Iraqê: Temamê komên çekdar ji Şingalê derketin
Di bergeha rêkeftina Şingalê ya ku hat îmzekirin de Yekîneyên Berxwedana Şengalê ya ku nêzî PKKê ye ji navenda Şingalê derket.
Berî niha di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de rêkeftina Şingalê hatibû îmzekirin û di bergehê vê rêkeftinê de heftîya borî leşkerên Iraqê hatibûn şandin Şingalê.
Li gorî agahîyên ku hatin Yekîneyên Berxwedana Şengalê ya ku nêzî PKKê jî di nav de temamê komên çekdar ên li Şingalê hatin derxistin û di şûna wan de hêzên Iraqî hatin bicîkirin.(ÎLKHA)