• DOLAR 32.523
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2454.5
  • ...
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de peywendiyên Rûsya û Herêma Kurdistamê û rewşa Iraq û herêmê hat gotûbêjkirin û tekezî li pêşvebirin û bihêzkirina zêdetir a peywendiyan û bi taybetî veberhênan û danûstandinên bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir û tekez kir ku nabe mijara mûçe û mafên darayî yên Herêmê, bibe karteke zextê ji bo sizakirina xelkê Kurdistanê. Herwiha eşkere kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya gotûbêjan û li ser bingeha destûrê.

Barzanî her wiha amaje bi girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir ji bo asayîkirina rewşa deverê, da ku ew dever were avakirin û aware vegerin cih û warên xwe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir