Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 64 milyon û 194 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 64 milyon û 194 hezaran](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/2NpyXc5rVn7CK-ZvZU7BHTreW2U=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/49/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-64-milyon-u-194-hezaran-1f36be11.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 64 milyon û 194 hezar û 692 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 486 hezar û 829 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 14 milyon û 108 hezar û 490 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)