Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 39 hezar û 895 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 26 hezar û 338 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 26 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 295 hezar û 657 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 368 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 39 hezar û 895 kesan.(ÎLKHA)