Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 43 milyon û 546 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 42 milyon û 546 hezar û 388 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 847 hezar û 600 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 465 hezar û 186 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 63 milyon û 73 hezar û 287 kesan.(ÎLKHA)