• DOLAR 32.421
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2441.32
  • ...
HAMAS sûîqasta ku li Faxrîzade hat kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; êrîş û sûîqasta ku hat kirin hema piştî gefên ku ji teref Amerîkaya îşxalker û rejîma siyonista a îşxalker ve li Îranê hatin kirin re hat kirin ku ev yek balkêş e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Rejîma îşxalker a siyonistan di warê  tetbîqkirina plan û projeyên xwe yên li ser erdnigarîya Îslamê de qerardar e û ji ber vê yekê ew naxwaze ku li Rojhilata navîn aramî û îstîqrar hebe û di şûna wan de her tim alozî û rageşî hebe. Ji bo vê yekê jî ew dixwaze dengê wan hêzên din ên li herêmê bê qutkirin.”

Kesên ku nasnameyên wan nediyar in êrîşa çekdarî birin li ser wesayîta ku Pisporê Fîzîka Nukleer Muhsîn Faxrîzade  tê bû. Di encama êrîşa ku hat kirin de Muhsîn Faxrîzade giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê. Digel temamê midaxeleyan Faxrîzade canê xwe ji dest da.

Sala borî jî sûîqast li Faxrîzade hatibû kirin.

Di sala 2018an  serokwezîrê qaşo yê siyonistan Netenyahu destnîşan kiribû Faxrîzade li ser serê bernameya çeka nukleer a Îranê ye û e hedef nîşan dabû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir