Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 42 milyon û 789 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 42 milyon û 789 hezar û 210 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 759 hezar û 969 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 449 hezar û 124 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 61 milyon û 988 hezar û 655 kesan.(ÎLKHA)