Li Îranê 24 seatên dawî de 406 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 406 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 47 hezar û 95 kesan.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 95 kesan û bi pêketina 14 hezar û 51 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 922 hezar kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 406 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 95 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser 922 kesan.”(ÎLKHA)