• DOLAR 32.389
  • EURO 34.949
  • ALTIN 2406.282
  • ...
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: “DAIŞ fealîyetên xwe zêde dike”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fuad Huseyînê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ji bo hinek ziyaretinan çû Rûsyayê. Huseyîn piştî ziyaretên ku kir de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir: “Di destên me de delîl hene ku endamên DAIŞê li Kerkuk, Anbar, Dîyala û Nînovayê fealîyetên xwe zêde dikin. Hêzên Iraqê çend heban ji wan girtin ku bîyanî bûn. Ji bo ev kes bên teslîm xebat hatin destpêkirin.”

Huseyîn di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê asayîbûna bi siyonistan re de jî wisa got: “Hamleya asayîbûna bi îsraîl re ji me re nehat pêşkêşkirin.Doza Filistinê bes ne polîtîkaya derve ya Iraqê bi heman awayî ya hundir e jî. Gelê Iraqê destekê dide doza Filistînê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir