Di doza Baregaha Akinci de cezaya hepsa muebbet hat dayîn
Ji îdarevanên sîwîl û leşkerî yên FETO yên ku beşdarî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bûn û di bergeha doza Baregeha Akinci de dihatin darizandin re 79 caran cezaya hepsa muebbet a girankirî hat dayîn.
Li gorî doza ku îro hat dîtin ji kesên bi navê Kemal Batmaz, Hakan Çîçek,Nurettîn Oruç û Harun Bînîş re ji çend sûcan 79 caran cezaya hepsa muebbet a girankirî hat dayîn.(ÎLKHA)