Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 42 milyon û 50 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 42 milyon û 50 hezar û 100 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 679 hezar û 138 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 427 hezar û 188 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 60 milyon û 744 hezar û 487 kesan.(ÎLKHA)