Erdogan û Putîn hevdîtin kirin
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li ser telefonê hevdîtin kirin.
Derbarê hevdîtina ku hat kirin de ji teref Serokatîya Ragihandinê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di hevdîtina ku hat kirin de meseleya Qerebaxê hat gotûbêjkirin û her wisa mesele û geşedanên li Lîbyayê hatin nirxandin.(ÎLKHA)