Li nêzî Îzmîrê 33 koçber hatin rizgarkirin
Hat ragihandin li nezî navçeya Çeşmeya Îzmîrê 33 koçberên ku ji teref hêmanên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin ber bi Tirkîyê ve hatin rizgarkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîyê ya Beravê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li nezî navçeya Çeşmeya Îzmîrê 33 koçberên ku ji teref hêmanên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin ber bi Tirkîyê ve û di behrê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)