Li Sûrîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin: 5 mirî 18 birîndar
Li navçeya El-Baba Halebê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin. Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 5 kes canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bombebarkirî li navenda bajêr ji dûr ve bi kumandê hat înfîlaqkirin.
Kesên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)