Li Kerkukê ewlehî ji polêsan re tê dewirkirin
Hat ragihandin artêşa Iraqê li Kerkukê ewlehî ji polêsan re dewir dike.
![Li Kerkukê ewlehî ji polêsan re tê dewirkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/y33w1TWJW7BxQxoC4nEngOpSxkY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/48/li-kerkuke-ewlehi-ji-polesan-re-te-dewirkirin-39e055b4.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê hêza polêsan ji her neteweyên ku li Kerkukê hene pêk bê û ew ê her qewm ji sedî 32 polêsên xwe karibin di nav vê hêzê de bi cî bike.
Tê diyarkirin piştî ku leşker vekişîyan re ew ê yekîneyeke ku dê ji 500 polêsan pêk bê dê bê tesîskirin û ew ê ev polês ji ewlehîya bajêr berpirsîyar bin.
Rayedarên Kurd destnîşan dikin her çi qas ji sedî 32yê teşkîlata polêsan ji Kurdan pêk bê jî dibe ku Heşdî Şabî li bajêr zordestî û serdestîyê bike.(ÎLKHA)