Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 36 hezar û 540 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 25 hezar û 173 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 25 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 114 hezar û 502 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 361 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 36 hezar û 540 kesan.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)