• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 475 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 44 hezar û 802 kesan û bi pêketina 13 hezar û 53 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 854 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 475 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 44 hezar û 841 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  854 kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir