Li Rihayê ji ber nelihevkirina erd pevçûn derket: Mirîyek 4 birîndar
Li navçeya Pirsûsa Rihayê ji ber lihevnekirina erd di navbera du koman de pevçûn derket.
Bûyer li gundê Ugurtaşa Pirsûsê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du komên ku berî niha di navbera wan de lihevnekirin hebû de pevçûn derket.
Di encama pevçûna ku derket de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)