Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 40 milyon û 776 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 40 milyon û 776 hezar û 358 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 562 hezar û 641 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 393 hezar û 879 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 59 milyon û 2 hezar û 152 kesan.(ÎLKHA)