Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 35 hezar û 778 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 24 hezar û 822 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 24 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 64 hezar û 741 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 467 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 35 hezar û 778 kesan.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)