• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Kabîlê êrîş: 3 mirî 11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li Herêma Kesk a ku lê fîrmayên navneteweyî û sefaret hebûn hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de 14 roket hatin avêtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Efxanistanê Tariq Arîan derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Arîan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama êrîşa ku hat lidarxistin 3 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Hêj tu kesî êrîşa ku hat kirin negirt li ser xwe û êrîş ji ber ku berîya hevdîtina hikûmeta Efxanistanê û Talîbanê hat kirin balan kişand li ser xwe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir