Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 40 milyon û 108 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 40 milyon û 108 hezar û 895 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 478 hezar û 124 kesan e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 377 hezar û 762 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 57 milyon û 910 hezar û 582 kesan.(ÎLKHA)