Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê îstîfa kir
David Tonoyanê Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê îstîfa kir.
Tesîrên şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de hêj xwe nîşan didin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin vê şeveqê David Tonoyanê Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê îstîfa kir.
Berî niha jî Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan îstîfa kiribû.(ÎLKHA)