Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 39 milyon û 722 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 39 milyon û 722 hezar û 802 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 428 hezar û 409 kesan e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 365 hezar û 634 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 57 milyon û 236 hezar û 335 kesan.(ÎLKHA)