Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 57 milyon û 236 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 57 milyon û 236 hezar û 335 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 365 hezar û 634 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 12 milyon û 70 hezar û 712 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)