Li Ermenistanê xwepêşanên li dijî Paşînyan berdewam dikin
Piştî peymana Qerebaxê ya ku di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hat kirin de xwepêşandêrên ku ji bo îstîfaya Serokwezîr Nîkol Paşînyan hatibûn destpêkirin îro jî berdewam kirin.
Xwepêşandêrên ku li navenda bajêr hinek kolanan girtin banga îstîfayê ji Paşînyanî re kirin û li dijî wî dirûşmeyan avêtin.
Di encama midaxeleya ku ji teref polêsan ve hat kirin de çend kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)