Li Îngîlterê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 529 kesên din jî mirin
Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 529 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 53 hezar û 274 kesan.
Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 529 kesên din jî mirin û 19 hezar û 609 kes jî bir vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 430 hezar û 341ê.(ÎLKHA)