Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 39 milyon û 370 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 39 milyon û 370 hezar û 986 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 383 hezar û 602 kesan e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 355 hezar û 147 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 56 milyon û 583 hezar û 49 kesan.(ÎLKHA)