Li Hewlêrê ji be mirina Firset Sofî 3 rojan şîna giştî hat îlankirin
Hat ragihandin ji ber mirina Walîyê Hewlêrê Firset Sofî li tevahîya Hewlêrê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin.
![Li Hewlêrê ji be mirina Firset Sofî 3 rojan şîna giştî hat îlankirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/D438Svhy6Xf6bKF-WexkKm_ZiSM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/47/li-hewlere-ji-be-mirina-firset-sofi-3-rojan-sina-gisti-hat-ilankirin-2787e765.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qerara şînê ji teref Elî Reşîdê Serokê Meclîsa Bajar a Hewlêrê ve hat ragihandin.
Elî Reşîd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Mixabin civîna me ya îro ji bo Firset Sofîyê ku hevalê me, rêhevalê me û hevkarê me ye. Sofî canê xwe ji bo parastina jiyana însanên li Kurdistanê û Hewlêrê feda kir. Ji ber ku zêde dixebitî bi Coronavîrusê ket û îro jî canê xwe ji dest dan. Ji ber wefata wî ya dilşewat li tevahîya bajêr bo 3 rojan şîn hatiye îlankirin.”(ÎLKHA)