• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Guçlu:PKK projeya dewleta Kemalîst e û ji bo astengkirina hareketa Kurd hatiye damezrandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îbrahîm Guçluyê Siyasetmedar û Nivîskarê Kurd derheqê êrîşa ku ji teref PKKê ve li hember PKKê hat kirin de nirxandinan kir.

“Ev zêdetirî 30 salî ye ku PKK êrîşên xwe bênavber didomîne”

Guçlu di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, ev êrîşa ku ji teref PKKê ve hat kirin ne êrîşa ewil a PKKê ya li hember Kurdan e û dû re nirxandina xwe wisa domand: “Ev zêdetirî 30 salî ye ku PKK êrîşên xwe bênavber didomîne. Li wê derê ango li Şingalê kontrol ne di destê Herêma Kurdistanê de û ne jî di destê birêveberîya Iraqê de bû.Rêkeftina Şingalê hat kirin.Piştî vê rêkeftin û lihevkirinê PKKê ji bo wan gund û axên ku ew bi xwe îşxal kiriye û dest danîye li ser wan ji destê xwe dernexe dest bi êrîşan kir.”

“PKK projeya dewleta Kemalîst e û ji bo astengkirina hareketa Kurd hatiye damezrandin”

Guçlu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir PKK Kurdan temsîl nake û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gowdeya PKKê Kurd e, lê belê mêjîya wî ne Kurd e. Lewra PKK projeya dewleta Kemalîst e û ji bo tevgera Kurd bê astengkirin hatiye damezrandin û PKK ket bin desthilatdarîya Iraq, Sûrîye û Îranê. PKK dema ku di bin desthilatdarîya Sûrîyê de bû li hember dewleta ku ji damezrandina wî re destûr dabû re şer da destpêkirin.PKK nexasim di heyama wan birêveberên Kemalîst  ne li serî bûn de êrîşên xwe zêde kir. Pêşî li dijî Ozal şer da destpêkirin û niha jî li dijî hikûmeta AK Partîyê micadele dike. Ev micadele  bi heman awayî li Tirkîyê  girtina alîyê îqtîdar û Kemalîstan e.”

“Armanca sereke ya PKKê ji holêrakirina hebûna Kurdan e”

Guçlu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, PKK bû sedema darvekirina bi sedan xortên Kurd û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK hebûna Kurdan naxwaze, li Kurdistana Rojava  hareketa Kurd tasfîye kir û ji xwe re qadeke desthilatdarîyê pêk anî. Dû re Amerîka, Rûsya, Îranê ve hat destekkirin. PKK niha jî dixwaze li Kurdistana Başûr tevlîhevî û alozîyê derîne û destkeftîyên Kurdan ji holê dabike. Dîsa heman PKK li Kurdistana Rojhilat bû sedema darvekirina bi sedan xortên me û her ku heqê wî tune bû jî li wê derê rêxistinan damezrand û dest bi midaxeleyan kir. Armanca sereke ya PKKê ji holêrakirina hebûna Kurdan e.”

“PKK dixwaze PDK û malbata Barzanî tasfîye bike”

PKK dixwaze li Herêma Kurdistanê bibe pêşeng û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Herêma Kurdistanê nexasim ji bo Kurdan herêmeke pir muhîm e. Lewra dibe ku di warê fedarîfîtîyê de ji herêmên din re bibe mînak. PKK dixwaze vê yekê asteng bike. Kurd dixwazin wek her milletekî bibin xwedî dewlet.Lê belê PKK dixwaze vê yekê asteng bike. Ew ji bo Kurdistana Sûrîye nabe Kurdistan dibejê Bakûrê Sûrîyê.Ew li Kurdistana Başûr jî dixwaze Partîya Demokrat a Kurdistanê tasfîye bike, li gorî wan ger ew vê yekê bikin ew ê bi rihetî mala Barzanîyan ji holê rabikin. Bi rastî jî ew ê wisa bibe. Lewra niha PKK di bin desthilatdarîya rêxistinên li Başûrê Kurdistanê de ye.Ew li wê derê hinek hisab û pilaninan dike.Têkilîya PKKê bi Îbrahîm Ahmedê ku bû sedema îşxala Kerkukm û law û nevîyên Celal Talabînê re heye.Dîsa rêxistineke ku ji bo xwe saz kiriye heye. Ji ber vê yekê PKK dixwaze PDK, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî tasfîye bike û li wê derê bibe desthilatdar  da ku ew hêzên ku ew bi xwe di bin emrê wan de ye karibin bi rihetî îşxalên xwe yên plankirî bikin.”

“Navendeke ku îdareya Ocalan  di destê wê de ye heye”

Guçlu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ger hinek dewlet destek nedin rêxistinan, ew rêxistin nikarin li ser pîyan bimînin  ku PKK bi xwe jî vê hêz û cesaretê ji van dewletan distîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger hinek dewlet destek nedin PKKê, PKK nikare hebûna xwe bidomîne. Îro li Tirkîyê  hinek rêxistinên mîna TKP ya ku bi hezarana teredar kom dikin  hene. Niha di holê de xuya nake lê belê rêxistineke bi navê Cepheya Rizgarîya Gel a Tirkîyê heye û ev rêxistin Tirkîyê dide lebikandin û di navbera wî û PKKê de tifaq heye. Ev rêxistin çek jî bikar tîne. Kadroya wê ya diyarkirî tune ye. Digel vê yekê hebûna xwe didomîne. Ji xeynî vê yekê ew  kesê ku PKKê birêve dibe ne Ocalan bi xwe ye. Navendeke ku îdareya Ocalan  di destê wê de ye heye. Lewra PKK ji teref kesên çepalên mîna Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Bese Hozat ve nikare bê îdarekirin. Rêxistineke wisa çênabe ku li hember temamê Kurdan şer dide destpêkirin, dema ku dilê wê xwest li hember dewletan şer dide destpêkirin û çal û kortan dikole û bi dewletan re şer dike.

“PKK li derve bi Rûsya û Amerîka re û li Tirkîyê jî bi Kemalîstan re hereket dike”

Guçlu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ne serî û ne jî binê PKKê heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Rojhilata Navîn rêxistina herî hêzdar Partîya Demokrat a Kurdistanê ye ku ew ji teref Mesûd Barzanî ve hatiye damezrandin.PDK xwedî hêz e lê sînoreke wê heye. Lê belê sînora PKKê tune ye. Ew li gorî dilê xwe bi hemû kesî re dikeve nava tifaqê. Mesele li rojavaya Kurdistanê rejîm desthilatdarî da wan.Li pey wan desteka Rûsya û Îranê heye, bi heman awayî Amerîka jî destekê dide wan. Di heqîqetê de di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî têkilîyek heye. Li Tirkîyê jî têkilîya wî bi Kemalîstan re heye. Ev rewşeke ecêb e. Ger em pêwendîya HDP û CHPê şîrove bikin ev dikarin ev yek tê wateya pêwendîya PKKê û Kemalîstan.”

“Ji zarokên xwe re bibêjin ku PKK ne rêxistineke Kurdistanî ye”

Guçlu di dawîya axavtina xwe de bang li Kurdan kir da ku dengê xwe nedin PKKê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ez dixwazim ji gelê Kurd  re vê yekê bibêjim: Deng û desteka xwe nedin PKKê û zarokên xwe neşînin nav wan. Ji zarokên xwe re bibêjin ku PKK ne rêxistineke Kurdistanî ye. Bi wan bidin famkirin ku armanca PKKê ya sereke ji holêrakirina  Kurdan e. Divê em PKKê baş nas bikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir