Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 38 milyon û 963 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 38 milyon û 963 hezar û 786 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 335 hezar û 109 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 343 hezar û 388 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 55 milyon û 943 hezar û 622 kesan.(ÎLKHA)