Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 54 milyon û 818 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 54 milyon û 818 hezar û 483 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 324 hezar û 530 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 11 milyon û 367 hezar û 214 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)